Ji pasdarên Îranê li ser sînorê Iraqê rahênana leskerî
PeyamaKurd - Di demeke ku tengijîna navbera Îsraîl û Îranê roj bi roj zêdetir dibe de hêzên artêşa şoreşê ya Pasdaran ên Îranê, li ser sînorê Iraqê dest bi rahênaneke leşkerî kir.
Piştî kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Îranê û kuştina fermandarê Hizbullahê Fuad Şukûr di êrîşa Îsraîlê ya li Beyrûta paytexta Lubnanê de, di navbera rêveberiya Tel Avîv û Tehranê de alozî derket.
Di dema ku dihat texmînkirin ku Îran ji bo tola kuştina Haniye di her kêliyê de dikare êrîşî Îsraîlê bike, ji aliyê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ve gaveke balkêş hat.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, tetbîqata ku ji aliyê Artêşa Pasdarên Şoreşê ve li navçeya Qesrî Şîrîn a parêzgeha Kirmaşanê li rojavayê welêt hatiye destpêkirin, bi armanca "zêdekirina amadehiya şer a hêzên çekdar" tê lidarxistin. ". Tetbîqat wê heta 13ê Tebaxê dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin