Balafireke nenas pasdarên Îranê li ser sînorê Sûriye-Iraqê bombebaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin hêzeke supaya pasdarên Îranê ku karwaneke leşkerî dişand Sûriyê, li ser sînorê navbera Sûriyê û Iraqê ji aliyê balafireke nenas ve hatiye bombebaran kirin.
Malpera Sky Newsê ragihandiye ku bombebarana îro Pêncşemê êrîşeke li ser hêzeke pasdaran a li ser erdê Sûriyê û nêzîkî bajarokê Qaîm ê rojavayê Iraqê pêk hatiye.
Li gorî çavkaniyan, balafirekî nenas ew bombebaran li ser hêzên pasdaran pêk aniye.
SOHRê jî derbarê wê êrîşê de ragihandiye, di bombebaranê de karwaneke çek û teqemeniya Îranê bûye armanc ku ji Iraqê ve ji deriyekî leşkerî yê neyasayî ve bo Sûriyê dihate şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin