Pasdarên Îranê li sînorê Colemêrgê sivanekî Kurd kustin
PeyamaKurd – Pasdarên rejîma Îranê îro 15ê Tebaxê li gundê Şikevtanê yê ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de şivanekî Kurd bi navê Rustem Çakmak ê 24 salî dan ber guleyan û ew kuştin.
Hat zanîn ku Rustem Çakmak îro serê sibehê dema li zozanên Serçela yên Şemzînan a Colemêrgê, pezê xwe diçêrand ji aliyê din ê sînor ve gule lê hatine reşandin û bi guleyeke pasdarên Îranê ya li serê wî ketîye û jiyana xwe dest daye.
Cenazeyê Rustem Çakmak ji bo otopsîyê bo Dadweriya Pizîşkî ya Nexweşxaneya Colemêrgê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin