Pasdarên Îranê êrîsî sînorê Herêma Kurdistanê kir: Welatiyekî can da, 2 jî birîndar bûn

28 October 2022 19:51 0 dîtin
Pasdarên Îranê êrîsî sînorê Herêma Kurdistanê kir: Welatiyekî can da, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Supaya Pasdarên Îranê, îro 28ê Cotmehê êrîş ser qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kir û di encamê de welatiyek hat kuştin, du kes jî birîndar bûn.

Qeymeqamê Qezaya Şarbajêr Şaho Usman derbarê êrîşê de ragihandiye, 3 welatiyên li nehiya Basnê dema ji bo taziyê diçûn gundê Merwê  ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve teqe li wan hatiye kirin û di encamê de yek ji wan hatiye kuştin û du kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku navê welatiyê ku can daye, Dastan Resûl e û yek ji birîndaran jî bavê wî ye. Cenazeyê Dastan Resûlê bavê du zarokan ji bo pizîşkiya dadî ya Silêmaniyê hatiye veguhestin.

Hat diyarkirin ku navê birîndarên din Resûl Mehmûd û Mihemed Ezîz e temenê wan di navbera 50 û 55 salî de ye. Her du birîndar jî ji bo Nexweşxaneya Silêmaniyê hatine veguhestin.

Li gorî çavkaniyên deverê, dema wan welatiyên ji gundê Merwê, xwestine ji bo şîna merivekî xwe biçin gundê Çoman ê Rojhilatê Kurdistanê, berî ku sînor derbas bikin hêzên sersînorê Îranê bi bîksîyan gule li wan reşandine.

Gundê Merwê girêdayî nehiya Sîweyl a qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê ye û hevsînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ye.