Îranê car din êrîsî navçeyên sînorê Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Supaya Pasdaran a Îranê piştî topbarana doh 9ê Îlonê ya li ser sînorên Herêma Kurdistanê, îro Înê careke din êrîşêî ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kir û çend navçeyên sînorî topbaran kirin.
Hat zanîn ku îro li ji demjimêr 12:00 ve balafir û topxaneyên Îranê gundê Berbizîn li navçeya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) li ser hesabê twitterê daxuyaniyeke saziya Fermandariya Pêşmerge belav kir û piştrast kir, ku Îranê careke din navçe bi balafir û topan bombebaran kiriye.
PDKÎ ragihand: “Saziya Femandariya Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê di daxuyaniyelk de ragihand, îro 10ê Îlona 2021an, careke din rejîma îslamiya Îranê hejmarek navçe yên Sîdekan, Çoman û Hecî Omeran topbaran kir.”
PDKÎ got, tevî topbarankirina deverê, balafirên bê pîlot jî li esmanê deverê digerin.
Muxtarê Gundê Berbizîn, Mihemed Mecîd ji Rûdawê re daye xuyakirin: “Heyamê demjimêrekê ye topxaneyên Îranê dest bi topbarankirina bilindahiyên gundê Berbizîn kirine, lê di topbaranê de ziyanên canî û madî nebûne.”
Mihemed Mecîd diyar kir, navçeya ku Îran ji doh ve topbaran dike, cihê pez û heywanan e û ji ber wê xelk nikarin biçin nav erd û kasiya xwe bikin.
Hat diyarkirin ku ev hefteyeke Supaya Pasdaran a Îranê li bilindahiyên Dolmeydan a qezaya Şino ya Rijhilatê Kurdistanê topxaneya xwe bicih kirine û ji wê derê ve topan diavêje nav axa Başûrê Kurdistanê.
Supaya Pasdarên Îranê çend roj berê gefa êrîşkirina ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwaribû û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kiribû, ji navendên wan partiyan dûr bikevin û piştî wan gefan jî dest bi êrîşên ser deverên Balekayetî û Biradostê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin