Îranê, xwe bi tanq û topan li sînorê Herêma Kurdistanê bi cih kir!
PeyamaKurd- Ji aliyê Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpûr ve hat ragihandin ku hêzên zirxî û hêzên bersivdana lezgîn, li ser sînorê Herêma Kurdistanê tên bihêzkirin.
Di agahiyên ku bi rêya ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Mihemed Pakûr amaje bi xwepêşandanên dawî yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku wan xwepêşandanan wekî alozî bi nav dike axiviye û gotiye ku
“Li hember wê rewşê, wan biryar daye ku hêzên xwe li navçeyên sînorî yên li rojava û bakur rojavayê welat (Rojhilatê Kurdistanê) zêde bikin. Li dû liv û tevgera çete û komên terorîstî yên cudaxwaz ên dijî Îranê li bakûrê rojavayê welêt û çêkirina xirabî û ne aramiya li hin deveran, hêzên bejayî yên Supaya Pasdaran, bi xurtkirina hêzên xwe li navçeyên sînorî yên rojava û bakûrê rojavayê welêt û sûdwergirtina ji hevkariya xelkê xwecihî yê bi xîret, bi awayekî bi biryar rûbirûyê faktorên ne aramiya li navçeyê dibe.”
Her wiha li ser heman mijarê ji aliyê Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Xelîl Xoşewî re jî ji bo Rûdawê hat ragihandin ku
“Îranê tank, zirxpoş, top û dronên zêdetir hanîne ser sînor û armanca wan em û statuya Herêma Kurdistanê ye.”
Di hin vîdeoyan de jî hatiye dîtin ku Supaya Pasdaran hêzên zêdetir û çekên giran ji Urmiyê û Biryargeha Hemze Seyiduşuheda vediguhêze ser sînorê Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin