Topxaneyên Îranê sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kirin

09 September 2021 11:03 0 dîtin
Topxaneyên Îranê sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kirin

PeyamaKurd – Îranê çend herêmên devera Balekayetî û sînorê nahiya Sîdekanê yên Herêma Kurdistanê, bi bahaneya hebûna baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê topbaran kir.

Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî daye zanîn, îro 9ê Îlonê li danê sibê topxaneyên Îranê nîv saetê bi giranî gundê Telan û zozanên Berbizîn û Bin Reşkînê li sînorê Sîdekanê topbaran kirine.

Derbarê ziyanên topbaranê de, Rêveberê Nahiya Sîdekanê diyar kiriye: “Heta niha ziyanên wê topbaranê nayên zanîn.

Li gor zanyariyan, topxaneyên Îranê gundê Welaş yê li devera Balekayetî topbaran kir. Di dema topbaranê de jî, balafirên çavdêriyê yên Îranê li asman digeriyan.