Iraqê êrîsa drone û topxaneyên Îranê ya ser Herêma Kurdistanê sermezar kir
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrîşên hêzên Îranê yên îro 11ê Gulanê li nav sînorên Herêma Kurdistanê pêk hatine daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de êrîşa ser nav sînorên Herêma Kurdistanê hat şermezakirin û hat gotin, pêwîste li şûna zimanê êrîşkariyê zimanê dîyalogê were hilbijartin û rêz li serweriya Iraqê bê girtin.
Herwiha hat diyarkirin ku divê erdên Iraqê ji bo êrîşên ser cîranan neyên bikaranîn.
Drone û topxaneyên Îranê îro Çarşemê êrîş biribûn ser devera Sîdekan û Çomanê bi hinceta hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku li wan herêman bicih bûne û wan wekî gef dibîne.
Berpirsê nehiya Sîdekanê Îhsah Çelebî ji medyayê re ragihandiye ku êrîşa topxaneyên Îranê li demjimêr 08.20an hatiye kirin ku ziyanên madî çêbûne.
Herwiha Qeymeqamê Qezaya Çomanê Siwar Ekrem jî daye xuyakirin, du droneyên Îranê îro danê sibê navçeyên sînorî yên devera Biradost ya Herêma Kurdistanê topbaran kirine ku ti ziyanên canî çênebûne.
Hat ragihandin ku piştî êrîşên Îranê rewşa ewlehiyê aloz bûye û metirsî li ser welatî û ajaldarên deverê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin