Îranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê 57 kelehqol ava kir

01 October 2021 23:42 0 dîtin
Îranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê 57 kelehqol ava kir

PeyamaKurd – Dewleta Îranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê li ser giren stratejik 57 keleqolan avakir. Yek ji wan ciyên stratejik jî çiyayê herî bilind yê Helgurd e. Dewleta Îranê bi sedema partiyên Kurdistanê yên rojhilat li Başûrê Kurdistanê ne, çend care Îran wan tehdîd dike û piştî tehdîdê van keleqolan ava kir û di wan de leşkeran bicîh kir. Tê gotin ku ji wan keleqolan 3 heb din av sînorê Herêma Kurdistanê de ne.

Ji 3 keleqolan yek jê li Çomana bi ser Hewlêrê yeku dikeve Hacî Umranê gundê Wêze. Ji bo xwe bigihînin wê keleqolê divê di nav ava Herêma Kurdistanê de 12 km rê biçî.

Yek ji wan li Çiyayê Helgurd û ya dinê li Çiyayê Çekdar e.