Îranê, car din bi topan êrîsî Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin, hêzên Îranê vê sibehê car din derdora nahiya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê daye ber topan. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, xelk ji ber êrîşan ji herêmê vediqete.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku li sînorên Sîdekanê, li zozanên Berbizin, Seqer û Horrînê êrîşa bombeyî çêbûye û ji ber êrîşê cotkar û koçeran herêm terikandiye.
Hat zanîn ku li sînorê Sîdekanê, li herêma Biradostê êrîş carinan li ser hev carinan jî bi navber tên kirin.
Di nav 2 rojên ku derbas bûn de jî dîsa hêzên îranê li derdora gundên Binperez, Bene, Berçixe û Binreşkînê û zozanê Berbizinê êrîşên bombeyî kiribû û di êrîşên hatibûn kirin de jin û zarok jî di nav de gelek niştecih derbasî nahiya Sîdekanê bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin