Îranê dîsa bi dron û mosekan êrîsî ser kamp û baregehên li Herêma Kurdistanê kirin

21 November 2022 10:38 0 dîtin
Îranê dîsa bi dron û mosekan êrîsî ser kamp û baregehên li Herêma Kurdistanê kirin

PeyamaKurd – Îranê dîsa bi dron û moşekan êrîşî ser kamp û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Herêma Kurdistanê kirin û di encamê de kesek hat kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, îro berbanga 21ê Mijdara 2022an Kelha Demokrat li Koye, baregehên Komeleya Zehmetkêşan li Banegewr û Zirgiwêzê û kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bajarokê Behrikê yê li parêzgeha Hewlêrê hatin bombebarankirin.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Elî Budaxî diyar kiriye, Pêşmergeyekî bi navê Behzad di encama bombebarana Îranê de li navçeya Koyê şehîd bûye.

Herwiha Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Aso Hewêzî daye zanîn, her çend piştî teqînan tîmên hawarhatinê ber bi cihê bûyerê ve çûne, lê nekarîne bigihin cihê bûyerê.

Çavkaniyên xwecihî eşkere kirin, ji ber bihîstina dengê teqîn û dronan, hêzên ewlehiyê hişyarî dane her kesî ku nêzîkî cihê bûyerê nebin.

Hat ragihandin, di kampa Kurdên Rojhilat li Behrikê, 2 kes bi sivikî birîndar bûne û neçûn nexweşxaneyê.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aso Hawêzî destnîşan kiriye, teqînên li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê, ji bilî ziyanên canî, ziyaneke derûnî jî li welatiyên wan deveran kiriye.