Îranê bi droneke xwekuj êrîsî gundekî Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 2yê Cotmehê hêzên Îranê bi droneke bombekirî êrîşî gundê Werde yê qezaya Çomanê kir.
Li gorî zanyariyan Supaya Pasdarên Îranê îro Yekşemê danê sibehê bi riya droneke xwekuj gundê Werde bombebaran kir.
Derbarê ziyanên êrîşa bi dronê de hîn agahiyên berdest û zelal nîn in.
Hêzên Îranê piştî protestoyên bo kuştina Jîna Emînî ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê tohmetbar dike, topbarana sînorên Herêma Kurdistanê zêdetirî hefteyek e berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin