Helîkopterên Tirkiyê li Basîkê êrîsî gundekî Kurdan kir
PeyamaKurd - Helîkopterên leşkerî yên Tirkiyê gundê Behzanê yê girêdayî nehiya Başîk li parêzgeha Neynewayê kirin armanc û di encamê de zirar û ziyanên madî gihandin xaniyên welatiyan.
Li gorî nûçeya K24ê niştecihekî gundê Behzanê bi navê Nesir Hacî daye xuyakirin ku êrîş îro 13ê tîrmehê di demjimêr 15:40 de, bi rêya du helîkopterên leşkerî yên Tirkiyê hatiye kirin û li gundê Behzanê zirar û ziyan gihandine xaniyê mamê wî.
Nesir Hacî gotiye, di êrîşê de ziyanên canî nebûne, lê metirsî li ser ewlehiya welatiyên li gund çêbûye û diyar kiriye, bi qasî du demjimêran herdu helîkopter li esmanê gundê Behzanê dizîvirîn û piştre gund kirine armanc û piştre ber bi cihekî nediyar firiyane.
Gundê Behzanê li sînorê parêzgeha Neynewa ya li bakurê rojavayê Iraqê û nêzîkî nehiya Başîkê ye ku 12 kîlometre dûrî bajarê Mûsilê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin