Sûriye | Li bajarokê Mare êrîsî kamyonên Tirkiyê kirin

20 August 2024 17:05 0 dîtin
Sûriye | Li bajarokê Mare êrîsî kamyonên Tirkiyê kirin

PeyamaKurd – Li Sûriyê li herêmên jêr kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê, nerazîbûnên ji bo normalîzekirina pêwendiyên Enqere-Şamê berdewam dikin.

Eniya Şam a li ser xaçerêya Zindîn a bajarokê Mareyê bi dirûşmên “Xwedê mezin e” kevir avêtin kamyonên Tirk û nerazîbûn ji vekirina dergehê bazirganî bi Şamê re nîşan dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî vekirina dergehê Zindîn, ji meha borî ve xelkê herêmên Bab û Ezazê li dijî asayîbûn û bazirganiya ligel Şamê xwepêşandanên nerazîbûnê li dar dixin û car caran di navbera komên çekdar ên dijber de jî pevçûn çêdibin.

PeyamaKurd / Efrîn