Îsraîl derbasî gelek bajarokên Sûriyeyê bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîl derbasî gelek bajarên başûrê Sûriyeyê bûye.
Hat diyarkirin ku Îsraîla ku derbasî nav gelek bajarok û gundên li ser sînorê Golanê bûye, paşê vekişiyaye.
Televîzyona Sûriyeyê duh ragihand ku hêzên Îsraîlî derbasî bajarokê Bir el-Ecem ê li çolters Quneyterayê yê li ser sînorê Golanê ya li başûrê wî Sûriyeyê bûne.
Li aliyê din çavkaniyên herêmî diyar dikin ku Îsraîl ketiye gelek bajarok û gundên Quneytrayê.
Medyaya Sûriyeyê duh ragihandibû ku artêşa Îsraîlê êrişî bajarokê Sûezîşayê yê li gundewarê Quneytrayê kiriye.
Li gorî agahiyên ku ANHAyê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, hêzên Îsraîlî yên ku derbasî herêmê bûne, piştî çend saetan xwe vekişandine, lê di dema derbasbûnê de bi hêzên herêmê re pevçûn derneketiye.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Maf Mirov (SOHR) jî ragihand ku hêzên Îsraîlî di navbera Sêşem û Çarşemê de li derdora bajarokê Um Batinehê li gundewarê Quneytrayê bi pêş ve çûne û hêzên Îsraîlî bi 7 ketîbeyên leşkerî ketine devera nêzîkî nexweşxaneyê û gundê Mejdoliyayê yê li bajarokê Xerîbe li Nebî el-Sexir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin