Artêsa Tirkiyê li nêzî gundekî Sîdekanê êrîsî PKKê kirin
PeyamaKurd – Li nêzî gundê Mêrgereş ê Sîdekanê, artêşa Tirkiyê bi rêya helîkopteran bi tundî, bi gulleyan êrîşî endamên PKKê kirin.
Li gor zanyariyên ji herêmê, balafirên Tirkiyê ber bi deverên sînorê gundê Mêrgereş gulle reşandin.
Artêşa Tirkiyê beriya nuha jî bi balafiran gundê Mêrgereşê bombebaran kiribû û nişteciyên wî gundî neçar mabûn, mal û milkê xwe di cîh de bihêlin û ber bi nahiya Sîdekanê ve biçin.
Nahiya Sîdekan yek ji nahiyeyên herî mezin a ser bi navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê ye û ji ber şerê Artêşa Tirkiyê û endamên PKKê gelek zerar gihiştiye welatiyên wê nahiyeyê û gelek nişteciyên wan gundan, neçar bûne ku biçin navenda nahiyeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin