Artêsa Tirkiyê gundekî Eyn Îsayê topbaran kir

31 October 2021 12:39 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê gundekî Eyn Îsayê topbaran kir

PeyamaKurd – Li demeke ku Tirkiye amadekariya operasyonekê li ser Rojavayê Kurdistanê dike, artêşa tirk û komên çekdarên girêdayî wê li derdora bajaroka Eyn Îsa ya di bin kontrola HSDê de, rêya M4 a navdewletî topbaran kirin.

Li gorî zanyariyan artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê şevê din gundê Dibis û rêya M4 ên Eyn Îsayê topbaran kirin.

Hat argihandin ku ji ber topbaranê zirar gihîştiye erd û zeviyên gûndê Dibisê, lê derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatine.

Herwiha artêşa Tirk doh Şemiyê jî gûndewarê Zirganê topbaran kiribû.