Artêsa Tirkiyê bi giranî gundên Eyn Îsayê topbaran kir: 5 welatî birîndar bûn
PeyamaKurd – Gundên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê bi giranî hatin topbarankirin û di encamê de 5 welatî birîndar bûn.
Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê do derengiya şevê gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Herwiha hemwex gundên Cehbel, Fatsê, Sikêro, Xwaringeha Nexîl û depoyên li rojhilatê navçeyê jî bi çekên giran rastî êrîşan hatin. Gundên navborî berêvarkî jî bûn hedefa êrîşan.
Hat zanîn di encama êrîşan de li gundê Mezra Qertaç a Eyn Îsa 4 jê zarok, 5 welatî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin