Di topbarana artêsa Tirkiyê de herî kêm 150 top li Eyn Îsayê ketin

06 December 2020 11:02 0 dîtin
Di topbarana artêsa Tirkiyê de herî kêm 150 top li Eyn Îsayê ketin

PeyamaKurd - Hêzên artêşa Tirkiyê şevê din careke din bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê bi tundî topbaran kir ku li gorî daxuyaniyên HSDê artêşa Tirkiye van demên dawî dîsa amadekariyên operasyonekê dike.

Li gorî zanyariyan gundên Muelek, Seyda, Rêya M4 û derdora kampa Eyn Îsayê ya koçberan hatin topbarankirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirine ku herî kêm 150 top li derdora navçeyê ketine.

Herwiha medya tirk jî topbaran piştrast kir û hat îdiakirin ku hêzên YPGê bûna armanca êrîş û topbaranê ku kuştî û birîndarên wan hene.