Di topbarana Tirkiyê ya ser Eyn Îsayê de 2 jin û 2 zarok birîndar bûn

23 January 2022 17:08 0 dîtin
Di topbarana Tirkiyê ya ser Eyn Îsayê de 2 jin û 2 zarok birîndar bûn

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di encama topbarana doh Şemiyê ya komên çekdar û artêşa Tirk de, li bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê 4 kesên sivîl birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan di êrîşa doh 22yê Çile ya ser Eyn Îsayê  ya li gundê Elîmat ê rojavayê bajarokê de 2 jin û 2 zarok birîndar bûn ku navên wan wiha ye: ebîl El-Talib (2), Rexed Elî (15), Suha Îsa El-Feyad (21), Bera Omer Hisên (18) .

Hat zanîn ku birîndar li nexweşxaneya Reqayê têne dermankirin.

Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê eşkere kirine ku artêşa Tirk û çekdarên bi ser wê ve, doh bi şev bi dijwarî gundên Hoşan, Dixêlîb, Xalidiyê, Dibis û Mielek ên rojavayê bajaroka Eyn Îsayê, bajaroka Hîşê, rêya M4, gundên Fatsa, Mişêrfê û Cehbel ên li rojhilatê navçeyê topbaran kirin.