Rojava | Di topbarana ser Eyn Îsayê de du zarok birîndar bûn

22 March 2022 18:38 0 dîtin
Rojava | Di topbarana ser Eyn Îsayê de du zarok birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve, îro Sêşemê bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin ku di encamê de 2 zarok birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve gundê Xirbêt El-Bêda yê rojhilatê navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.

Hat diyarkirin ku di encama topbaranê de du zarokên bi navên; Mihemed Xelîl El-Hesan (12 salî) û Eymen Hesen El-Hesan (12 salî) birîndar bûn ku ew bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku heta piştî nîvro topbarana li ser rawestgeha Seqir, rêya M4, kampa Eyn Îsa û gundê Mielek yên rojavayê navçeyê berdewam kiriye.