Rojava | Di topbarana ser Eyn Îsayê de 3 jê zarok 4 endamên malbatekê hatin kustin

04 August 2021 14:54 0 dîtin
Rojava | Di topbarana ser Eyn Îsayê de 3 jê zarok 4 endamên malbatekê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê, di encama topbarana şeva borî ya bi ser gundê Sefawîyê yê bajaroka Êyn Îsayê de, xaniyê malbatê hatiye armanckirin û 4 endamên wê malbatê hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên medya Rojavayê Kurdistanê ya nêzîkî Rêveberiya Xweser, ji malbatê Zêdan Xelef El-Îsa (54 salî) û zarokên wî Ziyad (12), Mûne û Hûda  di encama topbaranê de can dane, lê çarenivîsa dayika zarokan nehatiye zanîn.

Karmendên Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li Eyn Îsayê dane xuyakirin ku şevê din her çar kes bi birîndarî anîne nexweşxaneyê û piştre bav û 3 zarokên wî ji ber giranbûna birînên wan rakirine nexweşxaneya Reqayê, lê her çar birîndar jî şehîd bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmê, gundê Sefawiyê ku 3 km li rojhilatê depoyên Şergirak a başûrê rêya M4 e, bi çekên giran ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibû topbarankirin.