Di topbarana Tirkiyê de zarokekî 13 salî li Kampa Koçberan a Eyn Îsayê hat kustin
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve îro ji sibehê ve bajaroka Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.
Di topbarana sibehê de zarokekî 13 salî bi navê Hatim Hazim ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Li gorî ragihandina çavkaniyên hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar îro 16ê Cotmehê benda kontrolê ya rêya M4ê û gundên Xalidiyê, Hoşan û Ebû Sira yên girêdayî navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê, topbaran dikin.
Heman çavkaniyan daye xuyakirin ku sibehê jî kampa koçberan a li Eyn Îsayê bi çekên giran hatiye topbaran kirin û zarokeke bi navê Hatim Hazim jî di wê êrîşê de hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin