Di topbarana ser gundên Efrînê de 2 zarok birîndar bûn

27 October 2022 20:27 0 dîtin
Di topbarana ser gundên Efrînê de 2 zarok birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbara îro 27ê Cotmehê ya artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê de, 2 zarok birîndar bûn.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, îro danê nîvro di topbaranê bi qasî top li gundên Qinêtra, Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê ketin.

Hat diyarkirin ku li gundê Aqîbê yê Şêrewa, 2 zarokên bi navê Semer Idrîs (4 salî) û Ciwan Idrîs (3 salî) di encama topbaranê de birîndar bûn û ew bo nexweşxaneya Til Rifetê hatine veguhestin.