Li Efrînê endamên komên çekdar bi hev ketin: 2 zarok birîndar bûn

29 July 2024 13:28 0 dîtin
Li Efrînê endamên komên çekdar bi hev ketin: 2 zarok birîndar bûn

PeyamaKurd - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar ên grêdayî wê de ye,di navber du komên çekdar de pevçûn derket.

Hate ragihandin ku di pevçûna herdu koman de 2 zarok birîndar bûne.

Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li navenda bajarê Efrînê, di navbera çekdarên grûpa bi navê El-Hemze de pevçûn derketiye.

SOHRê da zanîn, şer li ser parvekirina mal û milkên şêniyê bajêr ku koçber bûne derketiye û di encama şer de, 2 zarok bi guleyên çekdarên vê komê de birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên grêdayî wê ve ya di Adara 2018an de, di navbera komên çekdar ên beşdarî dagirkirê bûne de gelek caran li ser dizî û talanê û dabeşkirina mal û milên kurdên Efrînê şer û pevçûn derdikevin û gellek caran di encama şer û pevçûnên wan de sivîl jî dibin qurbanî.