Li Efrînê komên çekdar bi hev ketin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li Efrînê di navbera komên çekdar de şer û pevçûn derket û di encamê de çekdarek hat kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî êvarê şer di navbera Polîsa Leşkerî û koma Ehrar El Şerqiyê li nava bajarê Efrînê derket û di encamê de çekdarekî Ehrar El Şerqiyê hat kuştin û 6 çekdarên din ji her du aliyan birîndar bûn.
Çavkaniyekî ji Efrînêragihand, di encama wî şerê di navbera komên çekdaran de tirs û hov kete dilê xelkê sivîl û nedikarîn ji malên xwe derkevin.
Wîê çavkaniyê amaje bi wê yekê kir, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, her car şer di navbera komên çekdar de derdikeve û di dema dawiyê de bi riya teqînan hevdu dikujin, ku her komek bombeyan bi otombîlên grûpa din ve dike û teqîn rû didin û gelek caran xelkê sivîl jî dibin qurbaniyên nakokiyên di navbera wan koman de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin