Du komên çekdar ên rejîma Sûriyeyê bi hev ketin: 20 kustî
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Li bajarokê Senemînê yê parêzgeha Dera ya Sûriyeyê di navbera du komên çekdar ên rejîma Sûriyeyê de pevçûn derketine û di encama van pevçûnan de herî kêm 20 kes hatine kuştin.
Jêderên ji herêmê ragihandin ku piştî di encama teqîna bombeyekê de 8 kesan canê xwe ji dest dane, di navbera her du koman de şer û pevçûn destpê kirine.
Li gorî agahiyan, komên ku bi hev ketine Koma Mihsin Himêdê ku endamekî Sîxuriya rejîma Sûriyeyê ye û koma din jî a kesekî bi navê Ehmed Cemal Lebadê ku karmendekî berê yê Sîxuriya rejîma Sûriyeyê bûye.
Koma Mihsin Himêdê, Koma Ehmed Lebad bi kemîndanîna bombeyeke ku bûye sedtema kuştina 8 zarokan tawanbar dike.
Tê gotin ku Koma Mihsin Himêdê, agir bera mala Ehmed Lebad daye, hemû kesên ji malê kuştine û termên wan şewitandine.
Hate ragihandin ku di vê hêrişê de hevjîna Ehmed Lebad, 2 zarokên wî, 2 kesên din ên sivîl û 14 çekdar hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin