Komên çekdar ên li Sûriyeyê biryar da ku xwe fesih bikin

24 December 2024 16:04 0 dîtin
Komên çekdar ên li Sûriyeyê biryar da ku xwe fesih bikin

PeyamaKurd – Rêvebiriya nû ya li Sûriyeyê ya bi serkêşiya Heyet Tehrîr Eş-Şam (HTŞ)yê bi komên çekdar re li hev kir ên ku Esed têk birin da ku ew xwe fesih bikin û di bin banê Wezareta Parastinê de bibin yek.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), fermandarên komên çekdar ên ku rejimê têk birin, bi serokê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Golanî re hevdîtin kirin.

Di civînê de rêvebiriya nû bi komên çekdar re li hev kir ku ew xwe fesih bikin û di bin banê Wezareta Parastinê da bibin yek.