Romanowski: DYA bi biryar e ku Îran û komên wê yên çekdar rawestîne
PeyamaKurd - Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Iraqê Alina Romanowski biryardariya rêveberiya Washingtonê ya "li hemberî hegemonyaya xerab a Îranê" dubare kir.
Alina Romanowski, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya xê de got: "Biryara Wêzareta Derve ya ku Tevgera Ensarullah û Sekreterê Giştî yê vê Tevgerê weke terorîst ragihandiye, biryardariya DYA ya li dijî metîngeriya xerab a Îranê û gefên komên çekdar ên girêdayî Tehranê mîsoger dike."
Romanowski, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku rêveberiya Washingtonê bi biryar e ku hêrişên "terorîstî" yên komên çekdar ên girêdayî Îranê qels bike û şiyanên leşkerî yên van koman bişkêne.
Balyoza DYA ya Iraqê Alina Romanowski, balê kêşa ser tekoşîna DYA ya li dijî rejîma Îranê û komên girêdayî wê û got: "Washington, wê ji bo rûbirûbûn û rawestandina çalakiyên xerab ên piştgirîdayîna terorîzmê yên Îranê, hemû rê û rêbazan bikar bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin