Komên çekdar ên bi ser Îranê ve li Sûriyê hatin bombebarankirin

30 November 2024 14:30 0 dîtin
Komên çekdar ên bi ser Îranê ve li Sûriyê hatin bombebarankirin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê hatin bombebarankirin. 

Balafirên nenas doh şeva borî komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike li nêzîkî sînorê Iraqê li bakurê Sûrîyê kirin armanc. Di heman demê de, Rewangeha Sûriyê ya ji bo Mafên Mirov got ku çend firokeyên nenas cihên grûpên ku Îran piştgiriya wan dike li beyabana Muazileyê li devera El-Bûkemal li rojhilatê Dêra Zorê kirine armanc û da zanîn ku agahî derbarê encamên êrîşan û êrîşkeran de nehatine bidestxistin.

Komên çekdar di van rojên dawî de dest bi êrîşeke berfireh li ser Heleb û Idlibê kirine û bi dehan bajar, bajarok û gund ji destê rêjîma Sûriyê derxistine. Hat ragihandin ku di pevçûnan de zêdetirî 300 kes hatine kuştin.