Li Sûriyê 5 çekdarên girêdayî Îranê hatin kustin
PeyamaKurd - Li Ebûkemal a Sûriyê ku dikeve rojhilatê wî welatî û ser sînorê Iraqê, hêzên ser bi Îranê ve bûne armanca balafirên nenaskirî û li gor zanyariyan, 5 çekdarên girêdayî Îranê hatine kuştin.
Hêzên Sûriyê li biyabana bajarê Ebûkemalê ya ser bi parêzgeha Dêre Zor a Sûriyê, komeke çekdarên rastî bombaraneke dijwar a balafiran hat.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku, di wê êrîşê de hejmarek ji otomobîlên grûpên ser bi Îranê ve hatin bombebarankirin û hejmareke çekdarên wan grûpan hatine kuştin.
SOHRê ragihandiye, di êrîşa şeva borî de li Elbûkemalê 5 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin. Li gorî zanyariyan, zêdetirî carekê komên ser bi Îranê ve ketine ber bombebarana balafiran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin