HSD: DAISiyên hatine girtin girêdayî rejîmên Îranê û Sûriyê ne

20 May 2019 17:08 0 dîtin
HSD: DAISiyên hatine girtin girêdayî rejîmên Îranê û Sûriyê ne

PeyamaKurd – Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mustefa Balî ragihand ku hêzên HSDê derbeyeke mezin li şaneyên DAIŞê xistine û hîna jî operasyonên xwe didomînin.

Li gor HSDê, piraniya DAIŞîyên vê dawiyê hatine girtin girêdayî rejîmên Sûriyê û Îranê ne û li herêmên bin kontrola wan bi serbestî digerin.

Balî di bernameya Ronahî TVyê de li ser operasyonên dijî şaneyên razayî yên DAIŞê axivî û da xuyakirin, “Hîna xeteriya DAIŞ’ê li herêmê heye. Lê belê operasyona li dijî şaneyên razayî ya di 15ê Gulanê de pir bi bandor bû û hêza şaneyan a êrîşê lawaz kir.”

‘TILIYA WAN DI TEVLÎHEVKIRINA DÊRAZORÊ DE HEYE’

Balî bal kişand ser bûyerên dawî yên li Dêrazorê û wiha got: “Piraniya terorîstên DAIŞê ku hatine girtin destê wan di tevliheviya Dêrazorê de heye û bi rengekî istixbaratî tev digerin.”

‘DAIŞIYÊN HATINE GIRTIN GIRÊDAYÎ RÊJÎMA SÛRIYE Û ÎRANÊ NE’

Berpirê Ragihandina HSDê da zanîn, “Di operayonê de, 42 terorîstên DAIŞê hatine girtin û piştî lêpirsînê eşkere bû ku, piraniya wan girêdayî rêjîma Sûriyê û Îranê ne.”

‘BI SERBESTÎ LI HERÊMA REJÎMÊ DIGERIN’

Mustefa Balî diyar kir, ev terorîst bi awayekî serbest di herêmên di bin kontrola Rêjîmê de diçin û tên û ew herêm bingeha tevgera xwe ya êrîşkariyê.

LI DÊRAZORÊ 6 DAIŞÎ HATIN KUŞTIN

Hêjayî gotinê ye, HSDê 15ê Gulanê operasyoneke berfireh li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dabû destpêkirin û li gor ragihandina HSDê ya du roj berê; 6 terorîstên DAIŞê bi operayoneke taybet li gundewarên Dêrazorê hatine kuştin.