Endezyarên Elektrîkê lêkolîna ser sewatê eskere kir: Tedbîr nehatine wergirtin, sebeke nehatine temîr kirin

23 June 2024 13:29 0 dîtin
Endezyarên  Elektrîkê lêkolîna ser sewatê eskere kir: Tedbîr nehatine wergirtin, sebeke nehatine temîr kirin

PeyamaKurd - Şaxê Jûra Endezyarên Elektrîkê ya Diyarbekirê (EMO), encama lêkolîna xwe ya li ser şewata navçeya Çinar a Diyarbekirê û navçeya Şemrex a Mêrdînê eşkere kir.

Li gorî rapora hatiye belavkirin, li herêma şewatê xozan tune ye û li deverên xetên elekrtîkê derbas dibin jî tu teddîr nehatine wergirtin. 

Tespîtên EMOyê yên lêkolîna ser şewata ku 15 kesan can daye û zêdetirî 500 sewal telef bûne wiha hatine rêzkirin:

“* Hat dîtin ku cihê şewat lê derketî cihê çandî bû û xozan lê tune bû. 

 * Li gelek noqteyan di xetên ragihandinê de pêvek hatine tespîtkirin. 

 * Hat tespîtkirin ku sîgortayên OG yên stûnan li şûna xwe nebûn, li cihê wan bi rêya gihîneran hatine baypasskirin û ji ber ku cihên girêdayî sist bûn, dibe ku rê li ber arizeyê vekiribe. 

* Di gelek stûnan de îzolatorên şikestî hene û dibe ku vê rê li ber arizeyê vekiribe. Ev daneyeke teknîkî ye. 

 * Di xetên OG’ê de li qadên çandiniyê stûnên dadran hatin dîtin. Ev stûnên daran guncav nînin. 

 * Li deverên xetên elektrîkê derbas dibin li dijî şewatên îxtîmalî tu teddîr nehatine girtin. Li bin stûnan giha heye û beton tune ye, gihayê li binê stûnan nehatine dûrin. 

 * Hat tespîtkirin ku dibe ku gihayê li bin xetên OG’ê rê li ber şewatê vekiribe. 

 * Hat tespîtkirin ku îzolator sist hatine girêdan û ev yek ji hêla teknîkî ve guncav nîne.

 * Şebeke nehatine kontrolkirin û tamîrkirin û xizmeta teknîkî nehatiye kirin. 

 * Parafudr tune bû û rê li ber çêbûna arkê vedike. (Divê di ser û binên xetan de û di ketina trafoyan de teqez parafudr bê bikaranîn.)”