Komîteya Lêkolîna Rastiyan encama lêkolîna êrîsa mosekî ya ser Hewlêrê eskere kir...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komîteya Lêkolîna Rastiyan, lêkolînên li ser êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de bidawî kiriye û eşkere bûye ku êrîş li ser maleke sivîl hatiye kirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şêxewan Ebdullah Şexwan Ebdullah nûçeya bidawîbûna lêkolîna li ser êrîşa moşekî piştrast kir û li ser encama lêkolînê got: “Wê êrîşê maleke sivîl kiriye armanc û ew ji aliyê ti dezgehekê ve nehatiye bikaranîn.”
Li gorî nûçeya K24ê Ebdullah diyar kir, komîte vê êrîşê şermezar dike û wê bi binpêkirineke eşkere dizane û divê Îran kesên ziyan dîtine qerebû bike.
Herwiha Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê da xuyakirin: “Komîteyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Wezareta Derve ya Iraqê hemû tedbîran bistîne daku ew êrîş dubare nebin.”
Şêxewan Ebdullah da zanîn, komîte tekez dike ku hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwext bi vê êrîş û hebûna baregehên Îsraîlê nehatine agahdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin