Asayîsa Hewlêrê: Wê encama lêkolîna sehîdkirina Mûsa Babaxanî bê eskere kirin

08 August 2021 11:37 0 dîtin
Asayîsa Hewlêrê: Wê encama lêkolîna sehîdkirina Mûsa Babaxanî bê eskere kirin

PeyamaKurd - Asayişa Hewlêrê derbarê kuştina Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî de ragihand ku ew ê encama lêkolîna li ser bûyera şehîdkirina Babaxanî belav bikin.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê li ser şehîdkirina Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Mûsa Babaxanî daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew ê îro (7ê Tebaxa 2021) hatin agahdarkirin ku bûyereke kuştinê li otela `Gelî Silêmanî` qewimiye û piştî gihîştine cihê bûyerê derket ku kesê hatiye kuştin, hemwelatiyê Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê Mûsa Babaxanî bûye.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê eşkere kir ku lêkolîn hatiye destpêkirin û piştî temambûna lêkolînan, encam dê bi raya giştî re bêne belavkirin.

Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) jî derbarê kuştina Mûsa Babaxanî de berî niha ragihandibû, Babaxanî ku endamê Komîteya Navendî bû, roja Pêncçemê ji aliyê du kesên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye revandin.

Di daxuyaniya HDKê de hatibû gotin, cenazeyê Babaxanî li odeyeke otela (Gulî Silêmanî) hatiye dîtin û cihên îşkencê li ser laşê Mûsa Babaxanî hebûn.

Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî sala 1981an ji dayîk bûye û ji 1999an ve pêwendîya wî bi HDKê ve hebû ku di kongreya 17 a HDKê de wek endamê Komîteya Navendî hatibû hilbijartin.

Li gorî zanyariyan, Babaxanî li ser daxwaza hin nasên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê çûye hevdîtinê û piştre jî hatiye terorkirin.

Herwiha beriya niha di medyayê de jî hatibû belavkirin ku Îranê tîmeke sûîqestan şandiye Herêma Kurdistanê.