Serok Barzanî û Sedir axivîn: Komîteya lêkolîna rastiyan tê avakirin

13 March 2022 18:09 0 dîtin
Serok Barzanî û Sedir axivîn: Komîteya lêkolîna rastiyan tê avakirin

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir û Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê de, di pêwendiyeke telefonî de axivîn.

Hat ragihandin ku Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi rêya telefonê pêwendî ligel Serok Barzanî kiriye û gotûbêj li ser êrîşa moşekî ya berbanga îro Yekşemê li ser Hewlêrê kirine.

Hat diyarkirin, her du alî li ser wê li hev kirin ku komîteyeke lêkolîna rastiyan derbarê îdiayên Îranê yên armanckirina baregehên Îsraîlê li Hewlêrê pêk bînin.

Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê êrîşa ser Hewlêrê li xwe girt û îdia kir, wan navendeke stratejîk a Îsraîlê bi moşekên balîstîk hedef girtiye, lê li gorî dîmenên derketine holê êrîş li ser cihên sivîl hatiye kirin û avahiya Kurdistan24ê jî bûye armanca wê êrîşê.