Hewlêr | Komîteya dûvçûn û lêkolîna ziyanên lehiyê dest bi kar kir

19 December 2021 12:39 0 dîtin
Hewlêr | Komîteya dûvçûn û lêkolîna ziyanên lehiyê dest bi kar kir

PeyamaKurd - Komîteya dûvçûna ziyanên lehiya Hewlêrê û lêkolîna li ser yên bûne sedema ziyanan ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû erkdar kirin, dest bi xebatên xwe kir.

Piştî bobelata lehiyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman dabû komîteyek ji bo dûvçûna zirar û ziyanên lehiyê û herwiha serpêçîyên bûne sebeba zêdebûna ziyanên lehiyê were avakirin.

Hat zanîn ku komîteya navborî îro bi serokatiya cîgirê parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir dest bi xebatên xwe dike û destpêkê jî li devera Quştepe dest bi lêkolînan dike.

Devera Quştepe di lehiya pêr a Hewlêrê de, yek ji wan deverên herî zêde ziyan dîtiye ye.

Di lehiya Hewlêrê de 14 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Herwiha li ser gelek mal, xanî, otomobîl, cadeyên bajêr, tax û gundên derdorê ziyanên mezin çêbûn.