Komîteya lêkolînê ya Iraqî: Yek delîl jî nedîtin ku baregeheke Mossadê li bajarê Hewlêrê heye
PeyamaKurd – Berpirsên Iraqî yên pêwendiya wan bi lêkolînên li ser bombebarana balistîk a Îranê ya meha borî li ser Hewlêrê re hene, ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re axivîn û piştrast kirin ku desthilatdarên Iraqî, yek delîl jî nedîtin ku baregeheke îstixbarata Îsraîlê (Mossad) li bajarê Hewlêrê heye.
Li gor Berpirsên Iraqî bi mercê ku navê wan neyê eşkerekirin ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re dan zanîn, Îranê pêştir hikûmeta Bexda û Hewlêrê ji dilgiraniya xwe ji hebûna opozîsyona Îranê li Herêma Kurdistanê agahdar kiribû. Heta piştî bombekirina mala karsazê Kurd Baz Kerîm jî, wê tu carî behsa Mossadê nekiribû.
Berpirsên Iraqî destnîşan kirin, Îran ji bo Hewlêrê bombebaran bike, tenê hebûna Îsraîlê wek bihane girtiye.
Herwiha yek ji berpirsên Îraqî diyar kir: “Bexda ji aliyê Îranî xwest ku tohmetên xwe yên derbarê Mossada Îsraîlî bi belgeyên ku dikarin bên şopandin xurt bikin û tevî ku Bexdayê çend caran ev daxwaza xwe ji Îranê dubare kiriye jî, lê Îranê nekir.”
Di berdewamiyê de berpirsekî din ku parlamenterekî serbixwe yê Iraqê ye û beşdarî civînên lêkolînê bûye, piştrast kiriye ku “Tiştên ku balyozê (berê) yê Îranê Îrac Mescedî behsa wan kiriye, ne bes bûn ku hebûna baregeha Mossadê piştrast bikin, wî tu zanyariyeke kêrhatî neda û tenê tometên wî li ser bingeha gumanê bûn.
Herwiha her du berpirsên Iraqî tekez kirin ku tîmeke teknîkî ya lêkoleran, lêkolîneke kûr li ser mala li Hewlêrê hatiye armanckirin kirin û tu delîl nedîtin ku piştgiriya tohmetên Îranê bike. Li gorî yek ji berpirsan, xaniyê hatiye armanckirin, nîşana avahiyek sivîl a bêguman dide.
Hêjayî bibîristinê ye, roja 13ê Adara borî, Supaya Pasdarên Îranê îdia kiribû ku wê “navendeke stratejîk a Îsraîlê” li Herêma Kurdistanê bi 12 moşekên balîstîk armanc kiriye û diyar kir, ew operasyon weke bersivekê bû li ser kuştina du efserên wê di êrîşeke Îsraîlê de li nêzîkî Şamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin