Kerkûk | Li Daqûqê ji malbatekê 9 kes hatin kustin, ji Iraqê komîteya lêkolînê
PeyamaKurd - Li bajaroka Daqûqê ya Kerkûkê di encama gulebarana polîsên federalî bi ser malbatekê de, ji heman malbatê 9 kesan can da û zarako 2 salî jî birîndar bû. Wezareta Navxwe ya Iraqê li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin û li gorî daxuyaniyan, tê gotin bi şaşî êrîşî wê malbatê hatiye kirin.
Li gor çavkaniyên medya Kurdistanê ew malbat bo serdana nexweşekî bi otomobîla cure Opel çûbûn û di dema ku malbateke 10 kesî ji mêvandariyê vedgriyan, bi guleyan têne armanckirin û di encam de, 9 kes ji wan canê xwe jidest didin û saet 23.00 dema vedigerin rastî êrişê tên.
Yek ji endamê malbatê Usam Ebas got ku polîsên federal ên Iraqê li kesûkarên wan teqe kirine. Lê heta niha jî polîsên federal ên Iraqê bûyer zelal nekirine.
Di dema anîna birîndaran bo nexweşxanya Daqûqê, şer navbera polîsên federal û polîsên xwecihî de çêdibe û di encam de, polîsekî xwecihî bi navê Mihemed tê kuştin.
Berî wê bûyerê, DAIŞê sê guleyên hawinê avêtibûn Awayî Dara, yek ji wan li mala welatiyekî kurd ket û di encamê de 6 kes birîndar bûn û keskî canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku Wezareta Navxwe ya Iraqê komîteyeke lêkolînê şandiye wî gundî daku dest bi lêkolînan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin