Kerkûk | Li Daqûqê 2 terorîstên DAISê hatin kustin

16 November 2021 18:39 0 dîtin
Kerkûk | Li Daqûqê 2 terorîstên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd - Di operasyoneke artêşa Iraqê ya li Dola Çay li qezaya Daqûq a li sînorê parêzgeha Kerkûkê de, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û sê binkeyên DAIŞê jî hatin desteser kirin.

Wezareta berevaniya Iraqê îro 16ê Mijdarê ragihandiye, di operasyona fewca komando ya artêşa Iraqê ya li Dola Çay a ser bi Daqûq a li sînorê parêzgeha Kerkûkê de, du çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herwiha du kesên biryara girtina wan jî hebû hatine girtin.

Wezaretê eşkere kiriye, di wê operasyonê de hêzên Iraqê dest danîn ser 3 binkeyên çekdarên DAIŞê, ku bombeyên çandî yên bitlên gaz û amûrên din tê de bûn.

Qeymeqamê qeza Daqûqê Luyis Fendî jî daye xuyakirin ku çend roj in hêzên ewlehiyê li sînorê qeza Daqûqê operasyoneke leşkerî li dijî DAIŞê dane destpê kirin û kuştina wan du çekdarên DAIŞê jî di çarçoveya wê operasyonê de ye.