Kurdistan | Ji bo pirsa koçkirinê komîteya lêkolînê tê pêkanîn: 'Hin alî dixwazin pirsê bikin destkefteke siyasî'

10 November 2021 18:06 0 dîtin
Kurdistan | Ji bo pirsa koçkirinê komîteya lêkolînê tê pêkanîn: 'Hin alî dixwazin pirsê bikin destkefteke siyasî'

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê pirsa koçberan  de ragihand, komîteyek ji bo pirsa koçkirinê tê pêkanîn û ji bo çareserkirina vê pirsê, wê di demekê nêzîk raportekê ji Encûmena Wezîran re were pêşkeşkirin.

Adil got, ‘Hikûmeta Herêmê her hewlekê ji bo çareserkirina vê pirsê dide, lê mixabin hin kes hene dixwazin vê pirsê bikin destkefteke siyasî û hestên xelkê ber bi xwe ve bikişînin.’

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil îro Çarşemê li ser mijara koçkirina ciwanan civîneke rojnamevanî ligel Serokê Peymangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî li dar xist.

Cotyar Adil da zanîn, koçkirina gêncan diyardeyeke cîhanî ye û li piraniya welatên vê herêmê heye, lê sedem û hokarên koçkirinê yên li Herêma Kurdistanê ji yên welatên derdorê cudatir e, ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê bi berawirdkirina bi hin welatan re, gelekî baştir e.

Adil got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolînan li ser vê mijarê dike û li gel wê jî divê em hinek egeran berçav bigirin ku bûne diyardeya koçkirinê, lê rêjeya koçkirinên li gor salên berê, gelek kêmtir e.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, lêkolîn li ser sedemên koçkirinê tên kirin û di civîna îro ya Wezareta Navxwe û hin aliyên din de, gelek pêşniyaz hatin pêşkêşkirin û diyar kir, komîteyek ji bo vê mebestê tê pêkanîn û dê raportekê li ser vê pirsê ji Encûmena Wezîran re pêşkeş bike.

Cotyar Adil da zanîn, “Komek sedem û hokar ji bo koçkirina gêncan hene, wek hokarên aborî, ewlehî û bêkariyê. Her çend e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama du salên borî de, 120 hezar derfetên kar ji gêncan re peyda kirine, lê pêwendiya vê pirsê bi Hikûmeta Iraqê re heye, ji ber ku para Herêmê ji budçeyê naşîne û rewş dijwar kiriye.”

Adil eşkere kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de dê li ser bingeha rapora komîteya taybet, vê pirsê çareser bike.

Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî got: “Mixabin welatiyên me bûne qurbaniyên destê qaçaxçiyan û bazirganî bi wan tê kirin. Wêneyên me li ser sînorê Belarusê dîtine, karesat e.”

Dizeyî da xuyakirin, “Em bi Balyozê Belarusê yê li Tirkiyê re axivîn û me daxwaz jê kir ku welatiyên me nebin beşek ji nakokiyên wî welatî bi Ewropa re. Me ji wan xwest ku hin alîkariyan bi koçberan re bikin, ta ku ji wê karesatê rizgar bibin.”

Dizeyî aşkere kir, “Heta niha du koçberên Kurd ên li ser sînorê Belarusê can dane. Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî, termê kesekî rakirine Minska Paytext hatiye veguhestin, termê kesê din jî tê rakirin.”

Dizeyî diyar kir, koçkirina gêncan ber bi Belarusê ve ji zû ve li Herêma Kurdistanê hatiye ragirtin, lê hin qaçaxçî bi riya Sûriye, Lubnan û Tirkiyê re welatiyan digihînin Belarusê.