Komîteya lêkolînê bo aloziyên Herêma Kurdistanê hat avakirin

21 December 2020 13:31 0 dîtin
Komîteya lêkolînê bo aloziyên Herêma Kurdistanê hat avakirin

PeyamaKurd – Komîteya lêkolînê bo aloziyên çend rojên borî yên deverên Silêmanî û Germiyanê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê hat avakirin.

Komîteya hat avakirin, ji endamên komîsyonên hiqûq, mafên mirova û navxwe pêk hatiye.

Li gor Endameka Komîteyê Xedîce Umer Mizûrî diyar kir, em çûn bajarên Helebce û Xurmal û çend cihên din yên parêzgeha Helebcê. Em ê îro jî biçin Germiyan û çend deverên din. Paşê dê raporta xwe bidin serokatiya parlementoyê. Eger pêwîst bike dê parlemento li ser raportê bicive jî.

Di alozî û xwepêşandanên çend rojên borî de, gelek fermangehên partiyan û hikûmetê hatin şewitandin û talankirin. Komek kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.