Li Herêma Kurdistanê Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Korona dicive

10 March 2021 12:00 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Korona dicive

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Korona dicive û dê di civînê de rewşa Korona û rêkarên taybet bi boneyên meha Adarê gotûbêj bikin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir di derbarê civînê de dide zanîn, civîn dê pişta xwe bi rapora Wezareta Tendirustî û Perwerde û Xwendina Bilind girê bide, tê de gotûbêj li ser rewşa Korona û rêkarên xweparastinê û amadekariyên dezgehên tendirustiyê bê kirin.

Herwiha Heval Ebû Bekir destnîşan kir, di civînê de hewlên bidestxistina dosên  zêdetir ê derziya li dijî Korona û dabeşkirin derziyê têne gotûbêjkirin.

Derbarê rewşa Silêmaniyê, Parêzgarê Silêmaniyê da zanîn, rewş di bin kontrolê de ye û daxwaz ji welatiyan ku li ser rêkarên xweparastinê berdewam bin.

Ji aliyê din ve Brîkarê Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Seywan Elî jî destnîşan kiriye ku wan pêşniyara daxistina dibistanan nekiriye.

Herwiha Seywan Elî eşkere kir ku rênimayên pêştir hatine ragihandin, ew berdewam dibin û di meha Adarê de bi boneya Newrozê sê roj dibin bêhnvedan.