Komîteya Bilind a Hilbijartinan ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser hilbijartinên taybet ên Parlametoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd – Komîteya Bilind a Hilbijartinan ya PDKyê, ji ber doh (18ê Cotmehê) dema dengdana taybet, deng dane lîsteya wan a 190ê, pîrozbahî li pêşmergeyan kir û bang li hemwelatiyan jî kir ku sibê tev li hilbijartinan bibin, “da ku Kurdistan di destên êmin de bimîne.”
Daxuyanî li ser hesabê Xê yê buroya pêwendiyên derve ya Partiyê hate belavkirin.
Daxuyaniya ku tê de rola Pêşmergeyan a ji bo parastina aramiya Kurdistanê tê destnîşankirin, bi vî awayî ye:
“Daxuyaniya Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo heyama şeşem a Parlamentoya Kurdistanê
Gelê delal ê Kurdistanê.
Bi navê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Partiya me ya heyama şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, bi germî serkeftina Lîsteya 190 ya Partiya me di dengdana taybet a roja 18ê Cotmehê de, pîroz dikin.
Li hêlekê ku em spasiya rola mêrxas û qehremanane ya berevanên welat dikin, ev baweriya mezin û girîng a Pêşmergeyên qehreman û dengderên partiya me cihê serbilindî û şerefeke mezin e.
Çawa ku Pêşmerge bi can û xwîna xwe ya pîroz di dastanên mezin de parastina Kurdistanê kir, bi vê dengdana berfireh a bo Lîsteya 190ê ya partiya me, careke din di meydana şerê parastina aramiyê de Kurdistan, ji bo serkeftin û berxwedaniya zêdetir parast.
Li ser navê Desteya Bilind a Hilbijartinan a partiya xwe, em spasiya hemû dengderan dikin ku di hilbijartinên taybet de dengê xwe dane û bang li dengdêrên Kurd dikin ku sibe 20ê Cotmehê beşdarî hilbijartinan bibin da ku Kurdistan di destên bawer de bimîne.
Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo şeşemîn rûniştina Parlamentoya Kurdistanê
19ê cotmehê, 2024"

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin