Partiya Demokrata Kurdistanê, li ser encamên hilbijartinê daxwuyaniyekî nû da

26 October 2024 21:52 0 dîtin
Partiya Demokrata Kurdistanê, li ser encamên hilbijartinê daxwuyaniyekî nû da

PeyamaKurd -  Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li ser encamên hilbijartinê ya dewra 6em ya parlementoya Kurdistanê, daxwuyaniyekî nû da û got ku hilbijartin bi serkeftin encam daye û ragihand:

“Ev baweriya xelkê Kurdistanê ya xwurt, berpirsiyariya partiya me zêdetir kiriye.”

PDK, civîna xwe di bin serpereştiya serokê partiyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de kir û di civînê de endamên navendê yên PDKê amade bûn. Di civînê de, li ser mijara encamên hilbijartinê û pêvajoya hilbijartinê rawestiyan. Komîta Navendî piştî civînê daxwuyaniyekî nivîskî belav kir û got:

“Partiya me wekî her carê ji bo hilbijêrên xwe û Kurdistaniyan soz dide ku wê durist be, layîqê baweriya wan be, wê bernamên hilbijartinê û sloganên wê perçeyekî ji bernama xebatê be û wê ji bo welat û xelkê xizmetê bike.

Ji bo em darbasî pêvajoya bê bibin, em li benda encamên dawî yê hilbijartinê ne. Serkeftina pêvajoya hilbijartinê, serkeftina demokrasiyê ye di Kurdistanê de.”

Hlilbijartina parlementoya Kurdistanê ya taybet û ya giştî di 18 û 20 Cotmeha 2024an de bû. Di encamê de PDK yekem, YNK duyem û Tevgera Nesla Nû di rêza sêyem de hilbijartinê qezenc kirin.