Sûdanî, pesnê Herêma Kurdistanê bilind nirxand û sipasiya Kurdistanê kir

07 September 2023 00:14 0 dîtin
Sûdanî, pesnê Herêma Kurdistanê bilind nirxand û sipasiya Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ragihand ku bi sedema 40 rojiya (erbeîn) şehîdkirina Hz. Huseyîn û hevalên wî ya li Kerbelayê, 22 mîlyon kes tevlî meşe bûne. Herêma Kurdistanê ji bo ji Îranê xelk tevlî meşa erbeîn bibe, deriyên Kurdistanê yên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê vekiribû.

Asayîşa Kurdistanê û hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Şîa bi hêsanî derbasî Kurdistanê bibe û ji Kurdistanê here Kerbelayê, ewlehiya wan temîn kiribû. Lewra li ser desteka Herêma Kurdistanê ya ji bo Meşa Erbeîn, serokwezîrê Iraqê Sûdanî ji ber destek û amadekariya Herêma Kurdistanê pesnê Herêma Kurdistanê bilind nirxand û sipasiya hukumeta Herêma Kurdistanê kir.

Sûdanî ragihand ku heya niha ti carê 22 milyon xelk neçûye û tevlî Meşa Erbeîn nebûye.

Her sal di 40 rojiya şehîdbûna Hz. Huseyîn û hevalên wî de an ku di roja Aşûrê de xelk ji bajarê Necefê dest bi meşê dike û diçe seredana gorâ Hz. Huseyîn û birayê wî Ebu’l Fadl Abbas dike.