Sûdanî rola Herêma Kurdistanê bilind nirxand
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber hevkarî û amadekariyên pêşwazîkirina serdanvanên Çileya Îmam Husên a şîeyên Îranê pesnê Herêma Kurdistanê da û rola wê bilind nirxand.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 6ê îlonê di civîneke rojnamevanî de, li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo amadekarî û pêşwazîkirina serdanvanên Çileya Îmam Husên û piştevaniya ji bo birêveçûna merasîman, pesne Herêma Kurdistanê da.
Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku beşdarbûna serdanvanan di vê boneyê de asteke bilind tomar kiriye, ku berê weke niha nebûye û eşkere kir, heta niha 22 milyon kes beşdarî vê merasîman bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin