RAPIRSÎ | Rawestê encamên lêkolîna wesangeriya çandî eskere kirin
PeyamaKurd - Encamên rapirsiyekê nîşan didin ku li bakûrê Kurdistanê herî zêde TRTKurdî, Zarok Tv û Stêrk Tv; ji kovaran Nûbihar û Kurt Tarihi; ji weşanxaneyan jî Avesta, Nûbihar û Dipnot têne naskirin.
Navenda Lêkolînan a Rawest ê ku navenda wê ya serekî li Amedê ye, “Têkiliya ciwanên Kurd û Zimanê Zikmakî” di Cotmeh-Mijdara 2018an de rapirsiyek kir û encamên beşa wê rapirsiyê yên “Weşangeriya Çandî ya Kurdî” bi raya giştî re parvekirin.
Rawest Araştırma tarafından yürütülen "Kürt Gençlerinin Ana Dile Yaklaşımı" araştırmasının Kültürel Yayıncılık ile ilgili bölümünün sonuçlarını paylaştık.
— Rawest Araştırma (@RawestResearch) September 25, 2019
Araştırmanın bulgularına web sayfamızdan erişebilirsiniz: https://t.co/LSGj8n32xt pic.twitter.com/c2b6cUdh4K
Rapirsî li çar bajarên mezin ên bakurê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê bi 600 ciwanên kurd ên ku temenê wan ji 18 salî heya 30 salî diguhere, hatiye kirin. Rêjeya pêbaweriyê ya rapirsiyê 95 ji sedî ye û rêjeya xeletiyê jî lwekî 4 ji sedî hatiye eşkerekirin.
Li gorî encamên rapirsiyê, ciwan herî zêde televizyonên TRT Kurdî, Zarok, Stêrk û Rûdaw nas dikin. Di nava kanalên ku di Turksatê de nîn in jî herî zêde Stêrk TV tê naskirin. Herwiha li gorî encaman bi awayekî berbiçav ciwanên bakurê Kurdistanê TVyên herêma Kurdistanê nas dikin.
Encamên rapirsiyê didin xuyakirin ku ji kovaran, kovara demsalane ya çandî, hunerî û edebî Nûbihar û Kovara lêkolînên dîrokî Kurt Tarihi (Dîroka Kurdan) tên naskirin.
Ji weşanxaneyan herî zêde Avesta, Nûbihar, Dîpnot û Aram têne naskirin. Di rapirsiyê de derbarê herdu weşanxaneyên derketine pêş, Nûbihar û Avestayê pirsên zêdetir hatine pirsin û di encama van pirsan de jî derketiye holê ku 24 ji sedê beşdaran dibêjin pirtûkên Avestayê û 19 ji sedê beşdaran jî dibêjin pirtûkên Nûbiharê hêja ne.
Rawest Araştırma tarafından yürütülen "Kürt Gençlerinin Ana Dile Yaklaşımı" araştırmasının Kültürel Yayıncılık ile ilgili bölümünün sonuçları kamuoyu ile paylaşıldı.
— reha r. (@ruhavi) September 25, 2019
Araştırmanın bulgularına linkten ulaşabilirsiniz: https://t.co/z4ooPJqDrq pic.twitter.com/aMu9E4ioPl

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin