Rapirsîna herî dawîn: Encamên rapirsîna du parêzgehên din hatin wesandin!

21 April 2023 12:29 0 dîtin
Rapirsîna herî dawîn: Encamên rapirsîna du parêzgehên din hatin wesandin!

PeyamaKurd – ORC Lêkolîn berdewam dike ku encamên rapirsîna xwe ya herî dawîn, parêzgeh bi parêzgeh eşkere bike. Di dawiyê de encamên rapirsîna du parêzgehên din hatin weşandin.

ORC Lêkolîn encamên rapirsîna xwe ya dawî ku di navbera 17-20 Nîsanê de li Denîzlî û Aydinê pêk anî eşkere kir.

Li gorî rapirsîna ku rû bi rû hatiye tomarkirin, di hilbijartinên parlementoya her du parêzgehan de dengên AKP û CHPê ber bi hev ve diçin.

Encamên rapirsînê wiha ne:

Li gorî rapirsîna ku li Denîzliyê bi 1100 kesî re hat kirin, di navbera AKP û CHPê de 2 xal ferq heye.

Di hilbijartinên 2018an de AKPê ji sedî 40,7 û CHPê jî ji sedî 28,1 deng girt.

Li gorî rapirsîna ORCê, AKPê wê di vê hilbijartinê de li Aydinê 4, CHPê 3, ÎYÎ Partiyê 1 wekîlên xwe hilbijêre.