Rapirsîna herî dawî: Ger vê yeksemê hilbijartin çêbibe...
PeyamaKurd – AR-G Lêkolîn encamên rapirsîna xwe ya dawî ya hilbijartinê eşkere kir. Ger vê yekşemê hilbijartin çêbibe dê encama sindoqan eşkere bibe.
Tenê çend roj beriya hilbijartinên 2023an, kompaniyên rapirsînê jî çalakî pêk anîn. 'Hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?' hat pirsîn. Encam wiha ne:
AKP: Ji sedî 31,4
CHP: Ji sedî 27,6
IYI Partî: Ji sedî 12,9
HDP: Ji sedî 12,1
MHP: Ji sedî 6,6
DEVA: Ji sedî 1,6
Partiya Memleket: ji sedî 1,3
Partiya Saadet: ji sedî 1,3
Partiya Zafer: Ji sedî 1,1
Partiya Gelecek: ji sedî 0,9
Partiya Demokrat: Ji sedî 0,4
Yên Din: Ji sedî 2,8
Şîrketa anketê jî encamên lêkolînên xwe yên li ser namzetên serokomariyê parve kirin.
Li gorî anketê di navbera namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu û namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Gel Recep Tayyîp Erdogan de 3 puan cudahî heye.
Encamên anketê wiha ne:
Namzedê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 46,2
Namzetê Tifaqa Gel Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 43,1
Serokê Partiya Welat Muharrem Înce: Ji sedî 7,6
Sînan Ogan, namzetê Tifaqa Ata: Ji sedî 3,1

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin